
Sirac Oguz
Lê mixabin miletê kurd li vê cewhera xwe baş xwedî dernakeve. Li welatên Ewropayê kurd xwe bi xwe asîmîle dikin. Ev jî di cîhanê da tenê bûye para kurdan.
Çend roj e ez ji du tîştan gelek eciz bûm. Yek ji qisedana malbatên kurd, ew ên bi zarokên xwe ra bi tirkî qisedikin.
Ya din jî li ser medya civakî, pir kes bi zimanê tirkî ji bo hinek peyvên kurdî dibêjin, gelo va peyva Erebî, Tirkî an jî Farsî ye? Ev kes jî bi piranî bi zimanê tirkî dinivîsin û dipirsin.
Carcaran dibînim hinek malbatên kurd, bi zimanê tirkî bi zarokê xwe ra qisedikin. Rojek di dikanekî da jin û mêrekî ciwan, bi hevra kurdî diaxifîn. Zarokê wan jî sê çar salî bûn. Bi qisedana wan kêfa me hat. Lê di wê navberê da bala min kişand wan bi tirkî bang li kurê xwe dikir. Min ji wan pirsî û got, ku gelo hûn ji kîjan bajarê Kurdistanê hatine? Wan bi hevra got, „em ji tirkîyê ji bajarê Bîngolê hatin.“
Rojekî dîsa em li sûkê rastî malbatek kurd hatin, zaroke kî wan jî hebû. Me bi zimanê kurdî xwe da naskirin. Wan jî bi kêfxweşî bi me ra bi kurdî sohbet kirin. Wan jî got,ku ew ji Tirkîyê ji bajarê Diyarbekirê ne. Wek malbata Bîngolî, bi zarokê xwe ra tirkî jî qisedikirin.
Min van du mînak tenê da, lê mixabin pir kes û malbatên kurd, bi zarokên xwe ra kurdî napeyîvin. Li derdora me gelek malbatên kurd hene û wan nas dikim. Piranîya wan kesên bi emrê xwe mezin bi kurdî diaxifin, lê bi zarokên xwe ra bi tirkîye kî pir xirab diaxifin. Him zerarê didin zimanê kurdî, him jî didin zimanê tirkî. Ya rastî her du zimanan jî baş bi kar naynin.
Tişta herî ecêb kurd li welatên Ewropayê zimanê xwe yên zikmakî bi kar naynin. Li welatên Ewropayê ji bo zimanê kurdî qedexe û astengîyek nîne. Heta li Almanyayê di dibistanan da dersên zimanê kurdî jî tê dayîn. Demkî di gelek eyalet û bajaran da mamoste û dersên zimanê kurdî zêde bûn. Lê piranîya mamosteyên kurd bûn kadroyên mamosteyên zimanê tirkî.
Bi kurtî dîroka nivîskî destnîşan dide ku, ziman û çanda kurdî bi yekemîn şoreşa ziman û cotkarîyê ra li ser xaka mezepotamîya yê û li ser xaka Kurdistan ê weke nasnameyeke cihê teşe girtîye û gîhîştîye sazîbûnê. Piştî vê pêvajoyê di destpêka şaristanîyê da li cih û demên cuda da, di bin navên cuda da weke Hûrî, Gotî, Kasît, Mîtanî, Narî, Medî û hwd. jiyana xwe domandîye.
Wek dîrok jî rava dide ku miletê kurd mileteke kevnar e, zimanê kurdî jî zimaneke dewlemend û qedîm e.
Yekî mîna Prof. Celal Şengor jî dibêje “Kurdî dayika hemû zimanan ne. Em dikarin bibêjin ku kurdî zimanê herî kevin ê cîhanê ye ku hêj jî he ye. Zimanê kurdî, ji zimanê Erebî û Farisî û tirkî gelekî kevintire.
Dema em lêkolînên zanistî û koka zimanan dinirxînin, Kurdî wekî diya hemû zimanan derdikeve pêş. Loma gerek em qîmet û girîngîya zimanê kurdî bizanibin.“
Ne bi gotina yek dîroknaseke tirk, ya rastî jî ewe ku milletê kurd û zimanê kurdî di tarîxa cîhanê da ya herî qedîm û kevnar e.
Ziman hebûna mirovan e.
Ziman hîmek ji hîmên netewetîyê ye.
12.09.2026




