
İkram Oguz
Dawîya salên 1990î bû…
Xwendekarîya min a li zanîngehê qedîya bû.
Ez li Stenbolê û di Teleteknîkê dixebitîm, ku Teleteknik fîrmayeke ji fîrmayên Osman Kavala bû.
Ji bo kar û xebatên fîrmayê ez çûbûm Enqereyê…
Wê demê li Enqereyê jî gelek hevalên ku wek min difikirîn û karê sîyasî dikirin, hebûn, ku êvarek ez li mala sê hevalên xwe yeên xwendekar bûm mêvan. Ji wan yek ji Nisêbînê bû.
Piştî karê xwe yê ku ji bo fîrmayê dikir, çûm mala wan, bi wan ra êvareke xweş derbas kir.
Hevdîtina me bi sohbete xweş dest pê kir û bi guhartina muzîkeke xweş dawî lê hat.
Hevalên min ji bo ku dengê me neçe cînaran, teyîp vekiribûn û hunermendekî ku min cara yekemîn lê guhdarî dikir, distira.
Ew hunermend jî Ciwan Haco bixwe bû. Herçiqas min navê wî ji berê da bibîhista jî, heta wê rojê lê guhdarî nekiribû.
Jiber ku du wan salan da kurdî jî mûzîka kurdî jî qedexe bû. Kasêtên ku ji kilam û stranên kurdî pêk dihatin, di malan da bi dizî dihatin qeydkirin û di bin destan da dihatin belavkirin.
Herçiqas sohbeta me sohbeteke xweş ba jî, ji axaftinên hevalan zêdetir deng û sewta Ciwan Haco bala min dikişand û ez bi gotin û sewta wî ra diketim nav xewn û xeyalên bêdawî û jixwe diçûm.
Sohbeta me ya ku bi guhdarîkirina dengê Ciwan ra, heta nîvê şevê kudand.
Berîya ku ez ji hevalên xwe xatir bixwazim û herim otêlê, min ku ez kasêta Ciwan Haco ji hevalên bigirim û bi xw era bibim Stenbolê…
Lêbelê hevalê min ê ji Nisêbînê got, ku wî ev kaset demeke berê ji Nisêbîne anîye û di destê wan da tenê yek hebek heye. Nikarin bidin min, lêbelê dikarin ji bo min kopîyek qeyd bikin.
Mixabin wê êvarê derfeta kopîyê li ba wan nebû, ji bo roja bê jî dema min. Jiber ku ez danê sibê vedigerîyam Stenbolê.
Sedem wê yekê min soz da her sê hevalên xwe, ku ez dê wek ronîya çavên xwe li kasêta wan xwedî derbikevim, li Stenbolê kopîyek wê çê bikim û ya wan jî bi awayek ji wan ra şûnda bişînim.
Ser soz û qirara min, hevalan kasêt dan min û ez bi kêf û kelecan vegerîyam otêlê…
Rojek şûnda gihîştim Stenbolê, di danê êvara heman rojê da jî çûm komela HKDyê, ku me ew piştî darbeya leşkerîya 12 Îlonê wek komeleya kurdan a yekemîn ava kiribû…
Li wir min gazî çend hevalên xwe yên nêzîk kir û mizgînîya kaseta Ciwan Haco da wan. Di nav çend rojan da bi sedan kopîyên wê hat qeydkirin û di nav ciwanên kurdên ku li Stenbolê dijîyan hat belavkirin.
Kasêta ku min ji Enqereyê anîbû, ew demek li ba min ma. Rojek ji wan hevalan yek hat Stenbolê, min jî çawa ku soz dabû wan, kasêt da hevalê xwe û soza xwe anî cîh…
Ji wê rojê pê va Ciwan Haco di nav dengbêjên min da cihêkî sereke girt û heta roja îro hat. Îro jî dema ku li stranên Ciwan Haco guhdarî dikim, bi kêf û kelecana ku roja ewil, li mala hevalên xwe yên xwendekar lê gûhdarî kiribû, guhdarî dikim.
Di dema nexwaşîya xwe ya pençeşêrê da jî, bi stranên wî, bi taybetî jî ya bi navê „Tu Ciwanî“ ber xwe da, şêr têk bîr û ji pençeyên wî filitîm…
Cara yekem ji vir 20 sal berê, Ciwan Haco hatibû Stuttgartê û em jî bi malbatî çûbûn konsera wî û me bi zindî lê guhdarî kiribû.
Konser li saloneke mezin hatibû li darxistin, lêbelê wê demê alîgirên hêzeke Kurd Ciwan protesto kiribûn, bixwe beşdar nebibûn, nehîştibûn kesên derdora wan jî beşdar bibin. Sedem wê yekê hêjmara beşdaran gelek kêm bû.
Halbûkî Ciwan Haco di sala 2003an da, çûbû Batmanê û derketibû pêşberî mîlyon kurdan û ji wan ra kilam û stranên xwe strabû…
Di destpêka konsera Stuttgartê da Ciwan bi rûkenîya xwe ya hergav axaftineke kin kiribû û qasî ku tê bîra min wiha gotibû; „Hevalno ez di çend sal berê li Batmanê bûm û bi mîlyonan kurd beşdarî şahîyê bibûn. Bi wê kef û kelecanê min ji wan ra stranên xwe got. Îro jî em li vir in, hêjmara we kêm e, lêbelê kelecana min qasî Batmanê zêde ye…”
Bi rastî jî hêjmara guhdarvanan kêm, lêbelê kêf û kelecan zêde, performansa Ciwan Haco jî jixwe nedihat tarîf kirin. Kêf û kelecana ku min wê rojê ji konsera Ciwan girtibû, heta roja îro ji konsereke din negirt…
Roja 5ê Îlonê konsêra wî li bajarê Zûrîchê hebû, piştî 20 salan em jî dîsa ji bo xatirê wî ji Stuttgartê bi malbatî bi rê ketin, çûn bajarê Zurichê û beşdarî konsêra wî bûn…
Konser li Volkshausê (Mala Gel) û saet di 20.00an da dest pê dikir. Em nîv saet berê çûn û hemû beşdarvan jî li ber derê avahîya Volkshausê kombibûn. Piranîya kesên ku hatibûn, keç û xortên civan bûn û qasî ku dihat guhê min dîsa axaftina piranîyan jî bi kurdî bû.
Salon zêde mezin nebû, lêbelê hemû bilêtên konserê ji roja ewil da hatibûn firotin. Gor nêrîna min ger ku salon mezin ba jî dîsa tijî dibû.
Hemû beşdarvan derbasî salonê bûn, cîhê xwe girtin û li benda hatina Ciwan Haco û koma wî sekinîn. Ew jî di dema xwe da ketin hundur û bi strana „Canê, canê“ dest pê kirin. Bi dengê Ciwan û bi dengê enstrûmanên curbecur, herwiha bi çepikên beşdarvanan Volkhaus hecîya…
Em li rêza 8an û ez jî di navbera herdu keçên xwe, Şevîn û Kejê da rûniştibûm.
Bi strana yekemîn ra kêf û kelecana min ewqas zêde bû, ku dilê min ji kûrahîya xwe da kelîya, hêsir ji çavên min da hatin xwarê… Min li Şevîn û Kejê nihêrî, ew rûken û dilşah, lêbelê weke min ji çavên wan da jî hêsir dihatin xarê.
Ji rewşa wan û bertekên kesên derdora xwe jî têgihîştim, ku kesên ku hêsir dirijandin, ne em tenê bûn, hemû beşdarvan wek me bûn…
Piştî çend stranan, Ciwan strana xwe ya bi nave “Tu Ciwanî” stira. Kejê li min nihêrî û di guhê min da got, „bavo tu çiqas bextewar î, hê te nexwastibû Ciwan strana ku tu herî zêde jê hezdikî distirê…”
Bi rastî ne tenê ez, Kawayê me di du salîya xwe da bûye evîndarê vê stranê. Kîngê were ba min, ji min ra dibê je, “Kalo, neçe bêrîyê…” bibêje…
Beşek ji gotinên stranê;
“Neçe bêriyê keçê tu ciwanî
Xortê gundê me hemû şivan in
Zanin tu rindî finda baxanî
Bayê evîna te nû hilanî
Tu rinda gundî her kes bi te zanî
Hê tu nezanî sorgul mefroşe…”
Ev stran qedîya, dû ra stranên ku her roj guhdarî dikim û ti car jê nakerixim li pey hev hatin.
Bi strana Bircên Diyarbekir ra, ku dema digot;
“Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Şêx Seîdê kal bijîjkê Fuad im,
Pêşmergekî bênav û bê nîşan im
Ez duh şehîd bûm, îro nû hatim…”
Dengê çepik û gotinê stranê tevlihev dibûn, olan didan û heta Dîyarbekirê diçûn…
Di navbera Ciwan û beşdarvanan da ahengîyeke bê tarîf çêbibû, bi dengê wî yê gur û bilind va beşdarvan, bi çepik û tevlibûna beşdarvanan va jî Ciwan çoş dibû, stran diqedîya, ji cîhê xwe radibû kêfxweşîya xwe dianî ziman û digot, “ez qurbana we hemûyan, hûn çavê min in.” Bi van gotinên wî yên ji dil va, bi çepik û tîlîlîyên beşdarvanan va salon dihecîya…
Konser bi stranên wek “Gola Sor”, “Welatê Min”, “Hate ber deri“ û yên din va qasî du saetî kudand, ku ew du saet jî bi kêf û kelecan, bi bîr û hêvîyên nû herikî û derbas bû.
Hemû stranên Ciwan Haco xweş in. Lê ji wan stranan hinek hene, ku ji alîkî va merîya xemgîn û hestîyar, ji alîkî din va jî hêvîya merîya bihêz û xurt dikin. Ji wan stranan yek jî bi navê “Hate Ber Derî” ye, ku xwedîyê gotinên wê jî helbestvan û seydayê nemir Cegerxwîn e…
Diwê helbestê da Cegerxwîn wiha dibêje:
„hate ber derî min lê nanerî
le gava ew çû min dil daye dû
ka ew çaven reş, ka ew demên geş
ka ew bîhna xweş ka ew reng u rû
yar min bankir ey bilbilê dîn
li ser çi digrî qerîn û nalîn
yar’a te wa ye,li ber çava ye
ew deşt û çiya tew xweş kir bi bîhn
bilbil tu zanî gelo ez kî me
tu tim serbestî lê ez girtî me
bê lîs û hêlîn bê ol û bê din
ez im cigerxwin xortê kurdî me”
Gelo kurdê ku bi ahengîya van gotinên Cegerwîn û dengê Ciwan Haco ra, xemgîn û hestîyar, herwiha bi kurdbûna xwe ra jî serbilind nebe, he ye?
Piştî rêwîtîyeke dûr me bi Ciwan Haco ra şeveke baş derbas kir û bi kêfxweşî vegerîyan mala xwe…
Di dilê me da hêvîyên nû, di guhê me da gotina Ciwan Haco ya dawîyê, “Em 70 mîyonên, em dê biserkevin… Jiber ku Gelê Kurd hergav ji xwe ra rêyeke nû dibîne…”
08.09.2026




