Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, ku Kongreya 17emîn a partiyê bi navê Kongreya Yekgirtina Demokratan hatiye lidarxistin.
Gor daxuyanîyê di kongreyê da bernameya partiyê û erkên navxwe hatine qebûlkirin û endamên Komîteya Navendî jî hatine hilbijartin.
Di daxuyaniyê da tê diyarkirin, ku kongre bicihanîna yek ji xalên sereke yên lihevkirina her du aliyên berê yên Hizba Demokrat e.
Endamê Komîteya Navendî Fuad Xakîbegî di derbarê kongreyê da wiha dibêje:
“Hejmara endamên Komîteya Navendî yên hilbijartî 23 kes in ku 12 ji wan ji lîsteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û 11 kesên din jî ji lîsteya Hizba Demokrat a Kurdistanê ne û bi hilbijartina azad wan kesan deng bi dest xistine.
Deh kes wekî cîgirên endamên Komîteya Navendî hatine hilbijartin ku ew jî her aliyek 5 kes in.
Hizba Demokrat dê ji hemû şêwazên tekoşîna xwe sûdê wergire û ev jî li gorî rewşê biryar li ser tê dayîn.”
Wek tê zanîn Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) di sala 1945an da li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû damezirandin û Qazî Mihemed wekî sekreterê yekem hatibû hilbijartin.




