
Riza Çolpan
Xwendevanên hêja, di dîroka her gehlekî cîhan da, çawa ku mêrên mêrxwas, leheng, cengawer, şervanên nebez, welatperwer û welatevîn derketine, bê guman, ew jinên ku di zik û mal-zarokên xwe da neh meh wekî bar kişandine, bi êş û jan ew kesana afirandine, derxistine der bin asîmanê şîn, axa berdar û reş, mêjandine, hêjandine, ew fêre gera ser lingan, fêre zar û ziman kirine, qet şik nîn e ku dayîkên me mirovên cîhan in.
Belê, di destpêka afirandina mirovên du cure cins, jin û mêr da, ku ev jibo hemû jîndaran raîce, bi taybetî jin mê a mirov, ji mirov ra bûye Xwedê, bi hezaran sal ji mirovên cîhan ra bûye Xudawend, bûye mezin û sermîyanê mal û malan. Her çiqas ku ev rastî di şeş Kîşwerên cîhan da destpêbûye jî, lê dîrok cîyê vê rastîyê ra “MEZOPOTAMYA” dibêje, ku ewder jî erdê bav û kalên me Kurdan û Kurdistan bi xwe ye. Ango şaristanîya cîhan li wir destpêbûye. Jin, ango dayîk di destpêkê da li wir bûye sermîyanê malê, li wir ji zarokên xwe û ji gelê xwe ra bûye Xudawend, di şeran da cîh girtîye, bi ço, bi şîş, bi kêr û xençer, bi şûr û tifîng, ji zalim kesan ra şer kirîye jibo nekujîya zarok û gelê xwe, jibo cîhanek bê şer û pevçûn her dem bûye kevoka aştîyê. Bi taybetî jin dayîka Kurd di nav gelê xwe da bi rastî erka afrandêrê cîhan, ku jê ra “Xwedê” dibêjin girtîye, di şerên mêran da ketîye nav şer, laçik û çîtika serê xwe kirîye dawera aştî, şer daye sekinandin. Nivîskarê vê nivîsê ev rastî bi çavên xwe va dîtîye, bûye govan, li Dêrsima xopan, li gundê xwe yê KÛPİKê; ez bawer im ev rastî û ev tevger bi tevahîya Kurdistanê da hêj jî berdewam e.
Xwendevanên hêja, xuşk û birayê minên xoşewîst ez van tiştan jibo çi ji we ra dinivîsînim? Bê guman jibo keç-jin dayîkên me Kurdan. Keç, jin dayîkên me, li tev bav, dayîk, dapîr, bapîr, xuşk û birayên xwe, li tev zar û zêçên xwe, di roja ku li ber şûrê ola Îslamê da bêgav mane bûne Îslam, ew rewş bi tevahî nebe jî îro pîçekî hatîye guhartin, lê 51 sal berê çak leheng, baza serê çîyan, Xudawenda bêtirs, li hember Dehaq Saddam, serê xwe li ber wî zalim zordarî netewand, xwar nekir, bi qîrin “Bijî Kurd û Kurdistan, Bijî Mele Mistefa Barzanî” got û serê xwe kir benda kindir, bû cangorîya Kurdistan, li pey wê jî bi hezaran keç û dayîkên Kurd li tev kur û mêrê xwe yên Pêşmerge û Gerîllan derketin hember ser-jêkirin DAÊŞEN har, şer kirin, cangorî bûn, ji cîhanê ra bûn mînak, bûn vekok, bûn evrar dawera aştî û welatê xwe Kurdistan. Ji wan cangorîyan ê ya sedsala bîstan, bê guman keça Kurd Leyla Qasim bi xwe ye. Ew leheng, baza çîyayên Kurdistan Leyla Qasim bû, ku min jibo kuştina wê di roja 20–4-1997’an da helbestek nivîsîbû, ew helbest di pirtûka mina nav “BİMRE BİRAKUJÎ, BİJÎ KURDİSTAN” da hatîye weşandin. Ez dixwazim wê helbesta xwe carek dî, di vê 51 salvegera lehenga Kurd Leyla Qasim, li jêr pêşkêşe we xwendevanan bikim.
Jibo 51 salvegera cangorîya Kurd û Kurdistan Leyla Qasim.
Leyla min tu bîhranî
Du çav ser min bûn kanî
Jibo te dil jan dide
Jan dukuje vî canî
Leylê, Leylê Leyla min
Hiş raman û meyla min
Te ra bêjim bi dil da
Tu nemirî xuşka min (Ev çarîn wek nakaret e)
Xwendevan bûy, ciwan bûy
Têkoşer bûy, jêhat bûy
Te şer dikir bo welat
Hember dijmin bêtirs bûy
Te jibo doza welat
Şev û roj dikir xebat
Welatê te bindest bû
Te dixwast bikî felat
Hukma Saddam ê faşîst
Li pey te ket û rahîşt
Girt bend kir stuyê te
Gîyan di te da nehîşt
Sazûmana har BAAS
Te ra birrîya kiras
Ew kiras reng sipî bû
Kefen bû, nebû lîbas
Kurd çawa ji bîhrkin vê?
Tu wek hêstêra şevê
Bizdîyay zû wenda bûy
Îcar bûy şewqa tavê
Te tava xwe da welat
Ku welat bibe felat
Lê piştî wê hêvîyê
Aştî nehat Rojhilat
Te tim digot “Şêr, şêr e
Ma çi mê ye, çi nêr e”
Tu şêr bûy, tu piling bûy
Cîhê te bilind jor e
Xuşkê heya Kurd hebin
Di holê da ranebin
Te bîhr-bînin bi dilda
Jibo te serbilind bin
Tu dijı dilê me da
Her gav û meşa me da
Dê tu bijî her û her
Di tasa mêj’yê me da
Leylê, Leylê xuşka min
Kezeb, dil, pişika min
Wexta te bîhr tînim
Dişewtî firşika min
Çav li ser min şil dibin
Gurçik, sipil kul dibin
Dikşînim êş û janê
Lebatên min kal dibin
Tu şervana Azadî
Li dozê bûyî xwedî
Wî dijminê har, barbar
Tu kuştî bi namerdî
Tola te Corç Bûş stand
Saddam ji dojê ra şand
Hêsa raze keça Kurd
Min ji te ra dûa xwend
Gora te bibe konax
Li dora te rez û bax
Tu nemirî xuşka min
Di nav me da zindî, sax
Leylê, Leylê, Leylanê
Riza Çolpan qurbanê
Jibo te Riz dil şîn e
Qet naxwaze dîlanê.
Ez bi dil û can wê xuşka xwe ya çeleng, çak, baza çîyayên Kurdistan, ji dil bi bîhr tînim, di ber gîyana wê û hemû gîyana cangorîyên Kurdistanê serê xwe ditewînim, xar dikim, “Ew di nav nûr da razin, axa wan zêde, rama dayîka wan Kurdistan li ser ax û gora wan kêm nebe” dibêjim. Bimînin di xweşîyê da.
Têbinî:
Xuşk û birayê minên Kurdevîn ev e nêzî du heftene ku, bi mîlyonan xwedegiravî Kurd xulamên Abdo, jibo saloxdarîyekî dijmin, kesekî soy-sop ne dîyar, ango kesekî wekî Sirri Sureya Onder, şîn û şîwan danîne digîrin, li çokên xwe dixînin, xulamê dijmin ji xwe ra, ji cîhan ra kirine kevokê aşti, bira û dostê şêşt, heftê mîlyon Kurdan. Ji wan yek jî hezkirîyekî min MEMO ŞAHÎN bi xwe ye. Sed heyf, hezar mixab. Eger ku heye hêzek, ku jêra “Xwedê” dibijin, hiş bide vî gelê hişwenda, bomik û ewk……