
Riza Çolpan
Xwedevanên xoşewîst jîyana hemû mirovên cîhan, ne jîyanek mirovahî, bervajî jîyanek hartî û barbarîyê ye.
Gelo çira mirov nebûye mirovê rasteqîn û mirovê Kamil?
Bi kerema xwe li dîroka pênc hezar salan vir da binêrin û bixwînin, çi bûye li cîhan?
Çi bûye li şeş Kîşwerên ku dibêjin “Xwedê afirandîye?”
Belê, li Kişwera Asya, ango li paşîya Rojhilata cîhan da rêkevin; li wir berê xwe bidin Kîşwera Awropa, li wir pîçekî vêsa xwe bigirin û îstkanek vîskî, kanyak vexwin, bîhna xwe vedin, dûra berê xwe bidin Kîşwera Amerîka, li wir bibin mêvanê Pentagon û Qesra Sipî, dûra bi kerema xwe pirskin rewşa dîmatîyên wê erda qedîm reng sorikan, dûra piştî çend rojan herin Antarktîka, ango war û welatê Eskîmoyan, lê li wir pirr nesekinin, lewra ewder pirr sar e, herder qemir û cemed e, tenê li av û hewyê wê Kîşwerê û hin hirçan binêrin, vêca jî dagerin Kîşwera reşikên Afrîqa, jibo çend rojan jî li wir bibin mêvan, rewşa bav û kalên reşikan ji reşikan bipirsin û dûra jî li ser deşt û çîyan û behra Okyanûs da bifirin û bi hacetê mirovên bi hiş va, ango bi balefirê werin vî welatê ku ev e ez 55 sal in li ser dijîm Kîşwera nav Awistûralya, naskin dîmatîyên vê erda qedîm, qûlên Xwedê, reşik Aborîjînan, çi hatîye serê bav û kalên wan ji wan bipirsin, dê ewana ji we ra gelek tiştan bibêjin.
Belê, pîştî evqas gera cîhanî, vêca bi kerema xwe şuva dagerin Rojhilata Nêzik, erda Şaristanîya cîhan Mezopotamya, erda bav û kalên me Kurdan.
Gelo li ser erda evqas Kîşwerên Xwedê mirovan çi anîne serên hevdu?
Ez dibêjim “Dîroka hemû gel û mirovên cîhan, diroka şeran, kuştina hevdu ye”.
Vekin rûpelên dîroka mirovatîyê, pênc hezar sal vir da.
Akadên barbar hatin li Bakûrê Afrîqa, li holê rakirin Sumer, dûra bûn Asûr, Babîl, ew erdnîgarîya qedim bi xwîna mirovan va sor kirin, lê roj hat îcar xwîna wan jî li ser wê erda qedîm da ket nav xwîna mîlyonan, lê piştî hezar salan barbar kudîyên wanên veşartî li çolistana Erebistanê da derketin, dîsa destpêka kuştina gelan kirin. Bi taybetî jî kuştina Kurdan, dagirkirina Kurdistan û Farisistana Eceman. Dûra li Asya Navîn hatin Tirkên barbar. Şer û kuştin li ser tevahîya erdê Asya yê qet kêm nebû. Hemû gelên Kîşwera Awropa yê jî jibo ol û rêolan bi mîlyonan hevdu kuştin, lê piştî şerê cîhana duhem li wir rewş hat guhartin, gelên wê Kîşwerê ji hev ra bûn dost, di nav xwe da tixûb rakirin, balam li cîhana ola Îslamê da şer û kuştina gelan qet nehat sekinandin. Bi taybetî ola Îslamê bêtir bû ola şeran, ji kuştina hevdu jî têr nebûn, dem hat vê roja me. Li Kîşwerên din jî wekî berê nebe jî, şer û kuştina mirovan kêmbe jî, mirov dîsa wekî hin ajalên har hevdu dikujin.
Belê, bi salan e di Rojhilata Nêzik da şerê ola Îslamê, bi navê bihara Ereban, bi navê Şî î û Sunnî yên Îslamê 13 sal in ku berdewam e. Li alîkî ew bi nav xwe da şer dikin, di alîya dî da jî Erebên olperest, ewên wekî Hamas, Hizbullah, DAÊŞ, HTŞ û gelek hêzên din li tev paşverû û barbar Îslamên Faris, dixwazin gelê Îsraîl li ser erdê cîhanê, li ser erdê wanê bav û kalan tune bikin. Ango hemû Erebên paşverû û faşo devleta Roma Reş, bûne dijminê Îsraîl. Lê Îsraîl ne ew goza ku bi hêsa î were şikandin, ne ew goz e, xudan çekên giran, kîmyewî û Atom e. Divê her kes zanibe Îsraîl dewletek demokratîk, xêrxwaz, dewletek ewlekarîya wê erdnîgarîyê ye. Li paş wê jî hêzek sûper a cîhanî heye. Ango ew hêz dixwaze tixûbên Rojhilata Nêzik û Rojhilata Navîn biguhêrîne, Îsraîl û Kurdan li wir, jibo berjewendîyê xwe, ji xwe ra bike şîrîk, lê tiştê herî xerîb ew e ku ev hêz, dijminê xwe yê duhunî, ku jibo serê wî 10 mîlyon dolar cihê kiribû, îcar piştî reva Beşar Esat, ew ji gelên Sûrîyê ra kir serok. Ango serokê hêzek terorîst, wekî HTŞ yê, Mihamed El Colanî yê olperest, laş kefenpêç, ling şimik, melûn, barbar, mêrkuj, serîjêker yekcar bû hevalê vê hêza cîhanî; pêkir cotek solên Îtalî, li xwe kir taximek cilên nûjen, qirawet kir stuyê xwe, rîhya xwe ya gemar pîçekî kurt kir, yekcar bû hevalê gelek dewletên emperyal. Ku heye eger Xwedê nepejirîne. Ango wekî gotinek pêşîyan, ê bav û kalan “Yahnî yê çil salî di rojekî da bû Kahnî”. Gelo bi rastî ew bibe Kahnî, dev ji kuştina qûlên Xwedê berde, heq û hûqûqên gelê Kurd nas bike, bibe Îsa yê vê demê, bibe dijê şer û pevçûnan, bibe misyogerê vê xwastina mirovahî? Li alîya dî da jî hêzên Kurd û Kurdistanî, hêz û daxwazên xwe bikin yek, ji hevra bibin bira, guh bidin dewletên ku dixwazin Kurdistanek Serbixwe were damazirandin, 50 mîlyon Kurd bibin xudan dewlet? Guh bidin vê pêvejoya nû, ku gog daye ber lingê Kurd, Kurd pêhinekî li gogê xîne bavêje kelê?
Ez bersîva van pirsan, ji we xwendevanan ra dihêlim. Bimînin di xweşîyê da.
Têbinî:
Xwendevanên berrêz, çend roj berê, şandek partîya DEMê, çûn serdana Selahaddîn Demîrtaş, ango Selahaddînê Hesinkevir. Piştî çûyîn û dagerandina wan, Selo di medya civakî da şîrove û beyannamek belav kir, îcar di wê beyannameya xwe da usa got “Çavên hemû Kurdan li ser Tirkîyeyê ye”. Gelo ev gotin rast e? Mirov bomik û dîn dibe, lê ne evqas. Bibe ku çavên Selo û hevalbendên wî li ser Tirkîyeyê bin, lê ne tevahîya gelê Kurd. Ango heqê wî tune ku bi navê hemû Kurdan biaxife. Ha, bibe ku hin Abdoîyên me yên serî hişk û bomik ji vê gotinê ra dîsa bibêjin “Ezbenî ev taktîk e” û Kurd belengazan bixapînin. Ku heye eger hêzek nav Xwedê “Kesekî neke dewsa Selo û kesên wekî wî” Amîn. Wana mala me Kurdan xirab kirin, bûn kujdarê sed hezaran, kavilkirina erdê bav û kalên me, koçberîya bi mîlyonan Kurd.