Nerina min li ser gotara kek Memo
Kek Memo, te di van rojan de gotarek nivîsî ye. Tiştê te di derbarê rola ziman de li ser pirsgirêka Kurd û hewldanên rewşa nû („pêvajoya nû)? nivîsî ye, balkêş e. Lê bo çareseriya „pirsgirêka Kurd“ li Komara Tirkiyê divê dewlet ne tenê zimanekî çêker û „ne cûdaker“ bi kar bîne.
Têkildarî mijarê pêzanîn yên dîrokî di derbarê çareseriya pirsgirêkên netwewî de şanî me didin ku zimanekî bi tewayî „ne cûdaker“ di nava „gelê bindest“ û yê serdest de ne pêkan e! Te gotiye ku divê dewlet hemû pêkhate yên cewaz wek dewlemendî lê ne hereşe bibîne. Nexwe divê dewlet bi riya siyaseta dirêjxayen, hewlên ji dil bide bo dikaribe hemû pêkhate û gelên nava xwe de yeksan û bê cewazî bi rêve bibe.
Em dizanin, ku Tirkiya îroyîn ji ev baredoxê dûr e.
Lê rast e ku divê hewl û destpêşxeriyên dewlet û rayedarên wê hebin bo ew ta radeyekê „zimanekî ne cûdaker“ bi kar binîn. Diyare tu di nivîsa xwe de behsa hêvî û pêşerojê dikî. Ji bilî ev ez li gel te me ku divê derçuyên zankoyan û kesên zanist di rewşeke wiha de li ser riyên pêşvebirina danûstandina nava herdu aliyan û riyên alternativ jî bixebitin. Li tu dizanî ku pêşmercê vê yekê jî welatekî azad û demokratîk e ku tê de keş û hewa ya guncaw heye. Ya girîngtir, divê di nava aliyan/layenan de nexweşyek guncaw bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hebe, divê heman nexwşe li herdu aliyan (Kurd û Tirk) û raya giştî bê parvekirin. Herwiha eger di nava aliyan de (Abdo??? û Tirkiyê) peyamanek hebe an hatibe wajokirin, divê ew jî bê parvekirin û di derbarê wê de gengeşî bê kirin. Nexwe pirsgirêkên gelan nikarin bi riya nihênî/veşartî bên çareserkirin.
Kek Memo, te di gotara xwe de wek mînak behsa Efrîka Başûr, Îrlanda û Îngiltere jî kiriye. Ev mînak wek mejû û bîroke girîng in. Lê li Başûrê Efrika yên serdest û nijadperest kêmar bûn. Rewşa Bakuriya û Tirkan cewaz e. Îrlanda û Îngiltere ne wek Tirkiyê ne; herdû jî welatên demokratîk in. Dîaloga nava aliyan û nexşeyeke guncaw tevî zimanekî ne cûdaker û çêker, lihevkirina netewî, rastî û lêborîn wek li Efrîka Başûr bi serê xwe ne bes in, divê aliyekî sêyem, anî dewleteke çavdêr jî hebe bo pêvajo û danistandinên nava Tirk û Kurd li derveyî welat bi rêkûpêkî bên plankirin û tawtokirin.
Nexwe gotegotên (îddîayên) „partî ya DEMê“ ku dibêje, divê tenê „pirsgirêka Kurd di bin banê Parlamena Tirkiyê de bê gengeşekirin“, ne çareseriya herherî ye. Rojhilata Navîn, Komara Tirkiyê jî ji tiştekî wek „prensîba wekheviyê“ ku dewlet dikaribe wê di nava „gelê serdest“ (Tirk) û „gelê bindest“ (Kurd) de wek makeyasayî bê helawêrdin (îstîsna) bi kar bîne dûr e.
Nexwe bê netewperwerî û netewperestî Kurd nikanin di nava Tirkiya îroyîn de hebûna xwe bê kêşe û herdem berdewam bikin. Ji bilî ev jî ta roja me di welatê demokratîk de jî tenê bi riya prensîba yeksaniyê pirsgirêkên nava gelan bi tevayî ne hatine çareserkirin. Hima di vir de divê bê gotin ku ta roja me netewperestî di nava Kurdên Bakur de bi gelemperî ne bûye peyrew; Kurd ne bûne netewe.
„Her teyr (ajal) bi refê xwe re difire“, lê qelemşorên Bakurî yên navdar bi gelemperî ta roja me bi berhem û kedên xwe Kurdên Bakur amadeyî netewperestiyê nakin, ya metirsîtir, para wan di navbirdina (asîmîlekirina) Kurd de ne kêm e zêde ye! Nexwe, tenê netewperwerbûn/-perestbûn dikare di nava dewletên demokratîk de riya yeksanî ya rast û watedar vek e. Îroj di hemû cîxanê de netewperestî peyrewa baledest ya serdema me ye! Lê tê zanîn ku siyaseta „partiya Avdo“ netewperestî li ber çavên Bakuriyan bi riya xapînokî reş kiriye. Qelemşorê ku vê rastiyê ji xwîneran veşêre nikare barê çareserkirina pirsgirêka Kurd hilgire. Lê raste ku pêwistiya Kurdên Bakur bi aştiyê û netewperestiyê heye. Zimanê bê cewaz, nerm û çêker divê di pêşî di nava gelê Kurd, partî û pêkhate yên wî de cih bigre, pişt re di nava cînar. Tiştekî yeksanî an „biratiya nava gelan“ xeyal e û mijulkirina vale ye. Lê raste ku aştî xêr e lê şer malwêranî ye.