
Sirac Oguz
Di sedsala 21an da, îro 193 dewletên serbixwe, di nav Neteweyên Yekbûyî da hene. Ji wan dewletan hinek bi nifûs û erdnîgarîya xwe, ji yek bajarek kurdan jî piçûk in. Lê gelo ew malxirabî ya bêdewletbûn, di dîrokê da hema bû para heftê mîlyon kurdan tenê.
An jî dibe ku kurdan wê malxirabîyê xwe bi xwe kirin. Xêncî miletê kurd, tu miletek bindest û kole nîne û li cîhanê nemaye.
Ji dema Selahadîn Eyûbî heta roja îro, ji bo dewletbûnê pir firsend ketine destê kurdan. Mixabin ew firsendên dîrokî jî ji ber hinek sedem û ji ber kêmasîyên, rêveber û xeletîyên hatine kirin, kurd nebûne xwedî dewlet.
Dema mirov dîroka miletê kurd dixwîne û dişopîne bi zelalî wan xeletîyên dîrokî dibîne. Kurd gerek dîroka xwe baş bixwînin û jê ders bigrin û tevbigerin.
Di dîroka rojhihata navîn da, bi qasî miletê kurd, merd, mêrxas, leheng, şerwan, bawermend, eşîr û camêr tu mileteke tûne ye. Mixabin xwedîyê van nirxên bêhempa hezar sale hê jî li ser erdê bav û kalên xwe, bê pergal û perîşan û bindestê Ereb, Ecem û Tirkan da dijîn.
Li rojhilata navîn bedewîyên ereb û tirk bûn xwedîyên bi dehan dewlet. Kurdên bi çend hezar salane li ser erdê xwe dijîn, hê bêxwedî û bêçaren e.
Îro li bakurê Kurdistanê belkî şert û şûrtên dewletbûnê tune. Lê ew jî nayê wê wateyê ku, kurd li çar parçeyê Kurdistanê da gerek tu kes doza Kurdistanek serbixwe neke.
Di nav beyanamêya gerdûnî ya mafên mirovan da dibêje ku, “herkes û her yek mirov li kuderê dibe bila bibe, li herderê dikare doza serwerî û ji bo netewa xwe daxwazîya dewletek serbixwe bike“.
Mixabin, îro jî piranîya rewşenbîr û nivîskar û sîyasetmedarên kurdan jî, ji daxwazên milet û ji rastîyan dûr, bi îdeolojîya serok û partîyan tevdigerin. Ji ber ku piranîya wan jî ji ziman û çanda xwe dûrketine, bi zimanê dagirkeran şoreşgerî û mîlîtanîya partîyan dikin.
Îro di nav kurdan da zimanek tuj û dehl tê bikaranîn. Di nav wan pir kesan da normên sîyasî û exlaqî jî nemaye.
Ew kesên qelemşorîya partîyan dikin û kesên wek wan nefikire, li wan kesan exaret dikin. Ya rastî ewen wisa divê berîya her tiştî mafê xwe yê neteweyî biparêze. Ji ber ku ew miletên xwedîyê 193 jî, yekemîn miletê xwe û dewletên xwe diparêzin.
Loma mafê her kurdî jî heye ku daxwazîya milet û dewletbûnê bike. Ew jî ne sûce nejî guneh e.
Angorî şert û mercan helbet herkes daxwaz û gotinên xwe bêje û bîne ziman. Ew jî ji bo herkesî tiştek rewaye. Ev nayê wê wateyê ku kurd bîla bê sebeb, hevdû li ser sosyal medyayê û bi nivîs û bi gotinên bêrûmet hevdu sûcdar bikin.
Her kurd gerek rojane bi wîjdan tevbigere. Kurd hê ji alîyê sîyasî da jî hînî lêborînê nebûne. Ji alîyê sîyasî, hevaltî û civakî da xeletîyên mezin dikin. Lê ji bo wan xeletîya tu carî lêborînê ji gel û kesî naxwazin. Bi gotinê, xwe demokrat û medenî dibînin. Ya rastî kêmasîya kurdan ya herî mezin yek jî ev e ku ew ne demokrat in ne jî qasî tînin ziman medenî ne.
Kurd bi temamî bûne mirûd û mîlîtanê xeletîyên partî û serokan. Li çar perçeyê Kurdistanê xwedêgiravî zana û rewşenbîrên kurdan wek mirûdê tarîqatan tevdigerin. Sîyasetmedar û partîyên kurda heta di rewşa sîyasî û civakî da xetayên dikin raste rast ji miletê xwe lêborînê nexwazin, ew qet tu wextekî biser jî nakevin.
Di dîroka kurdan da, kurd bi mêrxasîya xwe tên naskirin. Lê îro bê dewletbûn û bi xapandina omedê û bi îdeolojîyên çewt dijîn.
Jiber ku gelên bê îrade ne dikare bibe milet ne jî dikare bibe dewlet!
20.07.2025