
İkram Oguz
Dibêjin di navbera dewletokên kurd da şer derketîye.
Herçiqas dewletek me tunebe jî, gelek dewletokên me hene, dewletokên ku ji eşîret ya jî ji partîyan pêk tên.
Ew dewletok kîjan in û bi taybetî li kû ne?
Jibo ku mijar rast were famkirin, divê em berê wan dewletokan nas bikin.
Hêjmara dewletên ku li rû dinê, gor hinek çavkanîyan werin guhartin jî, 195 e. Ji wan 193 dewlet endamê Miletên Yekbûyî, Watîkan û Filistîn jî wek du dewletên Çavdêr tên qebûlkirin.
Ji wan hinek dewlet bi erdnîgarî û hêjmara niştecîhên xwe, ji gelek bajarên kurdan jî piçûktir in.
Lebelê Kurd bi hejmara xwe ya 60-70 Mîllyonî di nav çar deweletan da belav bûne, hê miletekî ji xwedîdewletbûnê bêpar û bindest in.
Li çar parçeyên Kurdistanê bi sedan partîyên Kurd hatine damezrandin û gor bername û rêznameyên armanca hemûyan jî bi gelemperî azadîya kurdan e.
Partîyên bi hêz daw û doza biratîya gelan û olî dikin…
Partîyên ku ji hêz û qidûm da ketine, ew jî gotinên ji bejna xwe bilind dikin û bi wan ra mijûl dibin.
Gotineke dubarekirîye, ku dibêjin ji bo gelê bindest di sed salî da carek derfetek derdikeve û tê ber lingên wan.
Ev derfet di dawîya sedsala 20an da, piştî komkujîya Helepçeyê û Şerê Kendavê hate ber lingên Kurdên Başûr, ku bixwestana, dikarîbûn heta roja îro dewleteke Kurd ava bikiriana.
Lêbelê herdu partîyên Kurd ên sereke çi kirin?
Yekî ji xwe ra li Hewlêrê…
Ya din jî li Silêmanîyê dewletokek ava kir.
Bi avakirina herdu dewletokan va Kurdistana ku dagirkeran kiribûn çar parçe, bi destê wan va bû pênc parçe.
Başûrê Kurdsitanê wek Behdînan û Soran ji hev qetîyan, ku bi ev hest û helwesta wan ra xewnek ji xewnên kurdên serxwebûnxwaz jî bidawî bû.
Piştî 33ê salên dirêj îro jî li dewletoka Silêmanîyê û di navbera du pismaman, Bafil Talabanî û Lahor Şêx Cengi, da şerekî dijwar destpêkirîye, ku wan bi salan bi hev ra dewletoka li Silêmanîyê bi rêva biribûn.
Ew di sala 2021an da bi şer û pevçûn ji hev qetîyan…
Di sala 2024an da jî Lahor Şêx Cengi bi navê Bereya Gel ji xwe ra partîyek damezrand û li Baregeha xwe ya li Lalezarê hîmê dewletokeke nû avêt, ku ew gav jî ji bo şerê pişmaman bû bingeh.
Şeva borî, hêz û pêşmergeyên girêdayî Baregeha Debaşanê avêtine ser Baregeha Lalezarê.
Gor agahîyên ku ajansên nûçeyan didin, di navbera herdu alîyan da şereke dijwar dest pê kirîye, gelek kes birindar bûne û ji herdu alîyan 10 şervan jî hatine kuştin.
Di encamê da Lahor Şêx Cengi û du birayên xwe jî hatine desteserkirin, ku ji birîndaran yek jî birayekî wî ye.
Serokwezîrê dewletoka Hewlêrê Mesrûr Barzanî jî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi rêya çapemenîyê daxûyanîyek daye, ku di daxûyanîya xwe da dibêje bila pevçûnên li Silêmanîyê bi lez werin rawestandin.
Bêguman daxwazeke rast e…
Lê yê ku vê daxwazê dike şaş e.
Ger ku Mesrûr Barzanî Serokwezîrê tevahîya Herêmê be, rawestandina şer jî karê wî yê sereke ye.
Ew çi dike?
Ji dûr va daxwaza rawestandina şer dike.
Jıber ku ew herçiqas li ser kaxizê wek serokwezîrê tevahîya herêmê were xûyakirin jî, serokwezîrtîya wî jî bi sînorê dewletoka Hewlêrê va astengdar e.
Loma ew jî sînorê xwe dizane û tenê ji dûr va daxwaza rawestandina şer dike.
Sedem vê yekê divê êdî Kurd, ha li Başûr û li Bakûr, ha li Rojava û li Rojhilatö çavên xwe xwe vekin, lîstika partîyên ku li ser navê wan hatine avakirin û bi wan ra dilizîn, bibînin.
Dengê xwe bilind bikin û bibêjin:
Êdî bes e…
Bi mera nelîzin û me nexapînin…
Dev ji yekitîya hukumet û parlamentoya ku we kirîye qada lîstokê berdin.
Dewletokên ku we ji bo berjewendîyên xwe yên darayî avakirine, gor dilê xwe bi rêva bibin, bes ku bi xewn û xeyalên me ra zêde nelîzin…
22.08.2025