
Memo Şahin
Li Suriyê piştî şerek gelek kirêj, Esad çû û Colanî hat. Lê ne kuştin û qetliam bi dawî bûn, ne jî aramiyek pêkhat.
Cihadistên hov, xençer û şûrên xwe avatîn alikî, taxim lixwekirin û krawat girêdan, lê kiryar û pratik wek berê man. Li qeraxên Behra Spî li hemberî Nûsayriyan, li Başur li derûdorên Suveyda li dijî Durziyan qetliamên nû destpêkirin û rûdan. Lê dîsa jî Colanî û hevalbendên wî ji aliyê hêzên mezin wek Amerika û Ewropayê maqûl û mûteber in. Mohra teroristî ya Colanî
û çeteyên cihadîst hatin rakirin û her roj li payîtextek tên qebûlkirin û li platformên wek Yekitiya Netewan xwe didin nîşan.
Ev rûreşiyek û bêbextiyek e ku ji mêj da di qada navdewletî de cih girtiye. Ne norm, prensîb û pîvan mane û ne jî hûqma hevaltî û dostaniyê.
Û ser de jî dijminên berê dibin dost û pesna hevûdu didin. Yek ji wan David Petraeus e, musteşarê berê ya CIA û Generalê çar stêrk ya hêzên Amerîkî li Iraqê. Ev Petraeusê ku di sala 2003an tîmek suîkastê ya leşherên Tirk girtîbû û çûwal kişandibû sere wan. Navê yê din jî Colanî ye, endam û celladê El-Qaide li Iraqê. Tê girtin û pênc sal di zindanê ne dimîne û paşê tê berdan û xwe davêje Suriyê. Û li wê jî dîsa bi hêzên nêzikî El-Qaide ve tevdigere, Dewleta Îslamî, El-Nusra û HTŞ. Mîrîtiyek li Idlîbê avadike û paşê bi 36 cemseyan „zora“ Esad dibe û dibe Mîrê tevahiya Suriyê.
Êdî însanek muteber e Colanî. Diçe di civînên Yekitiya Netewan de deng dike û David Petraeus jî wî re dibêje: „Ez heyranê te me“.
Çîrok ev e.
Peyam û mesaja vê çirokê çi ye?
Dijminên berê dibin dost û dostên niha ji dibe ku bibin dijmin!
Di qada navdewletî de her tişt li gora berjewendiyan dimeşe û qîmeta dostanî û hevsingiyê nîn e, îro heye sibê namîne.
Û ûsa jî hatim ser mijara xwe.
Ev jî hemahengî û hevbeşiya hêzên Kurd e.
Hêzên YPJ, YPG û Hêzên Suriya Demokratîk bi jinxasî û mêrxasî welat parastin û bûn lehengên Soreşa Rojava.
Sîstemek avakirin, sistemek ku hemû pêkhateyên Rojava di nav de cih digrin. Ev deh sal in ku Kurd, Sûryan, Ereb û Ermen bi hevra dijîn û şirîkê rêvaberiyê ne, di erkê de beşdar û hevpar in.
Kurd, Durzî û Nûsayrî daxwaza heremên xweser û doza federaliyê dikin û li dijî dewletek navendî û merkezî ala xwe radikin.
Colanî dijî vê derdikeve û ne tenê li Şamê, her ûsa li Amerikayê, David Petraeus re jî dibêje: „Nenavendîbûna ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwaze, tê wateya parçebûnê û dibe ku herêmê bixe nav şerekî berfireh“.
Û bi vê jî namîne û berdewam dike: "Divê çek tenê di destê dewletê de bin… Ger pêkhateyeke bi şêweyê HSDê li bakurrojhilatê Sûriyê hebe, wê Iraq û Tirkiyê jî bixe nav metirsiyan… Kurd ji sedî 25ê herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, lê Ereb bi rêjeya ji sedî 75 piranî ne."
Ev pêyam balkeş in, ber ku li New Yorkê û li hemberî General û musteşarê CIA ya berê, David Petraeus re hatine gotin.
Sal 1975 e. Kurdên Başûr dostên dilsoz ya Amarikayê ne. Di rojekê de Kurd tên firotin û nemir Mustafa Barzanî mecbûr dimîne şer rawestinê û derbazî Rojhilat û Îranê be.
Dibe ku ev bûyera tirş û tal li Rojava pêkneyê, lê dîsa jî garantiyek nîn e. Rast e Fransa û Israîl li heremê rolek baş dilizîn. Lê kes nizane, ger Amerikî dest ji Kurdan berdin, ewê çi bikin?
Wekî din jî Trump bazirgan e, dikire û difiroşe. Pêşiya ku Erdogan biçe Amerika, rûşwet da Trump û got “emê bi sedan balafirên Boing, jetên şer wek F-16 û F-35an bikirin.” Wekî din jî behsa pêşkeşkirina madenên li navçeya Beylikovayê tên kirin.
Û ûsa jî em hatin merheleyek din.
Ev jî yekitiya Kurdan e. Ger Kurd yekbin, hêzên xwe bînîn ba hev, hevbeş û hemaheng bin, dikarin hemû bi hevra deskevtiyên xwe biparêzin.
Kemasî û şaşitiyên ENKS gelek in. Li ser vê mijarê gelek minaqeşe û danûstandin çêbûn û min jî gelek caran nivisî û got: „Li lobiyên otelên Antalya, Istanbul û Hewlêrê şoreş pêknayên!“
Pêwîstê heval û dostên HSD û rêvaberiya xweser jî bizanin ku, dema yekrengî û yekpartitiyê derbaz bû.
Di Gulana 1992an li Başûr hilbijartin çêbûn. KDP û YNK serketin. Dengên KDP ji ya YNK zêdebûn. Şeva hilbijartinê peşmerge ketin sengerê. Paşê bi zora Amerikiyan hevhatina fifty- fifty (50:50) di navbera her du hêzan hat qebûlkirin û ûsa jî deriyê şerê birakûjiyê wê demê hat girtin.
Bi hevhatina fifty-fifty peyam ev bû: Nabe ku partiyek tenê desthilatdar û hikumdar be.
Bi raya min ev bo Rojava jî pêkan e. Îro çend eşirên Ereb bi rêvaberiya xweser re ne. Li Rakka û Dêrazorê bi hêzên Ereban re hemahengiyek heye. Rast e kek Mesud name bo serokeşirên Ereban re nivîsand û wan hîşyar kir. Lê dîsa jî garantiyek nîn e û tuneye. Kes nizane ger sibê berjewendiyên wan bên gûhertin, wê çi bikin.
Garantiya me, hemahengî û hevbeşiya hêzên Kurd in, yekitiya PYD û ENKS ye. Çawa Ereb û Sûryan di desthilatdariyê de şîrik û ortax in, pêwîste ENKS jî hevbeş be. Peyamên hevditîna Duhokê di sala 2014an, mesaja hevhatina 2020an di bin sîwana Fransiz û Amerikiyan ev bûn.
Û her ûsa peyama konferansa 26ê Nîsana 2025an jî ev e!
Ger PYD û ENKS di rêvaberiyek de hevbeş bin, dema êrişek bê ser Rojava, wê hemû Kurd bi hevra bi cansîperane dijî vê derkevin û Rojava biparêzin. Ji alî leşgerî û dîplomatîk de dikarin hemû bi hevra bişewirin û nehêlin ku Rojava bê perçiqandin.
Ger nebe, garantiya dostaniya biyaniyan nîn e. Dijmin di rojekê de dibin dost û dost jî dibin dijmin û neyar!