
Sirac Oguz
Îro roja zimanê kurdî ye, lê di vî alîyê da kêmasîyên kurdan pir û pir in.
Îro li Tirkîyê û li Bakurê Kurdistanê ji 30 mîlyonî zêdetir Kurd dijîn.
Mixabin, wek tê zanîn ku, îro ziman û jîyana kurdên li tirkîyê ji sedî 80ê bi Tirkî ye.
Hêjî siyaset û karê kurdan bi zimanê Tirkî ye.
Bê îstîsna, kurdên li ewropayê jî piranîya wan Tirkî diaxifin. Di malên xweda li televîzyonê Tirkî temaşe dikin.
Di nav welatên demokrat û azad dijîn, lê bi zimanê dagirkerin xwe dipeyîvin.
Ew jî ji bo kurda rûreşîkî herî xirabe.
Partî û sîyasetmedarên kurdan jî, qet ji îdîa û ji doza xwe jî şerm nakin. Xwe wek rêveber û sîyasetmedarê kurdan dihesibînin.
Piranîya sîyasetmedar û nivîskarên esilkurd zimanê xwe yên zikmakî nizanin, bi zimanê Tirkî dipeyvin û dinivîsin.
Ew sîyasetmedarên zimantirk bê şerm û eyb dibêjin „em sîyasetmedarên Kurd in“.
Gelo ew qet nizanin ku çawa xizmeta tirka û zimanê tirkan dikin.
Pir kesan bi zimanê Tirkî roman nivîsandine û dinivisîn. Ji xwe ra dibêjin nivîskarê kurd!
Ewên li ser medîya sosyal bi zimanê tirkî gotar dinivîsin, ew jî bi zimanê Tirkî xwe wek Kurd dibînin.
Gelo, ew kesên bi zimanê Tirkî dinivîsin, çewa dibin rewşenbîr û nivîskarê Kurd?
Gelo, li dinyayê mînakên wer hene?
Dema mirov li welatên biyanî dinêre, sîyasetmedar û nivîskar û rewşenbîrên wan dişopîne, tiştên ku li Bakurê Kurdistanê dibin, li wan welata tu car nayên dîtin.
Li Tirkîyê nivîskar û hûnermendên Kurd, xizmeta zimanê tirkan dikin. Lê dibêjin“em nivîskar û hûnermendên Kurd in.”
Kî bi kîjan zimanî binivîse, nivîskarê wî zimanî ye. Bi kîjan zimanê hûnera xwe bike, hûnermendê wî zimanî ye. Zimanê nivîsê û nivîskarî, girêdayî hev in.
Zimanê romanê bi Kurdî bê, ew dibe romana Kurdî. Nivîskar jî dibe nivîskarê Kurd.
Bi zimanê kurdî binivîse bibe nivîskarê Kurd.
Ewên hûnerê bi zimanê Tirkî dikin wê zimanî dewlemend dikin.
Mirov kîjan zimanî bikar bîne, bi wî zimanî tê binavkirin.
Televîzyon û rojnamê bi navê kurdan hemû bi Tirkî ne. Ew jî dibêjin em karê kurdayetî yê dikin.
Lê weşan bi zimanê kurdî be, televîzyon jî wê demê dibe dengê kurdan.
Ziman nîşana hebûna milletbûnê ye. Ew jî bi axaftin û xwendin û nivîsandin û bi hînbûna zimanê zikmakî ye.
Stûna herî esasî ya netewebûn û civakê ziman e!.
Mirina ziman mirina neteweyî ye.
Ziman ruhê civakê ye, ziman bê jibîrkirinê û wenda bibe, civaka kurdan jî bi bîrkirina zimanra xilas û tar û mar dibe.
Gerek kurd li hebûn û ruhê xwe li zimanê xwe xwedî derkevin.
Ji alîyê gelek cîvaknasan jî tê dîyar kirin ku, Kurd bindest in û heta ku zimanê xwe bi kar neynin nikarên biserkevin.
Ji bo miletbûnê, rêya yek û ya herî baş bi axaftin û xwendin û nivîsandina bi zimanê zikmakîye.
Rojane bi kurdî bipeyvin, binivîsin, bixwînîn û ziman û edebîyata kurdî dewlemend bikin.
Roja zimanê şêrîn li hem û kurd û xwendewanên navkurd.com ê pîroz be!
21.02.2025