
Sirac Oguz
Piştî şerê 93an ku di navbera Osmanî û Rûsyayê da, di salên 1877-1878’an da rû dabû. Di Peymana San Stefanos û Berlînê da pirsgirêka Ermenîyan cara yekem dikeve rojeva sîyaseta navneteweyî. Bi van peymanan rêya otonomî û serxwebûnê ji bo Ermenîyan tê vekirin.
Piştra bi hêvîya Ermenîstaneke serbixwe bi alîkarîya Rûsyayê bê avakirin, ji bo Ermenîyan zêde dibe.
Wê demê Siltan Evdilhemîdê duyem, dixwaze daxwazên Ermenîyan asteng bike û li hember xeterîya Rûsyayê xetek çêbike. Wê demê ji ber ku navendî ya Ordîya 4.mîn li Erzinganê ye, ne mimkûne ku midaxaleyî bûyerên ku rêxistinên Ermenî yên li wîlayetên dûr biqewimin bikin.
Padişah Evdilhemîd, li dijî wê rewşê yek çareyekî tenê dibîne. Ew jî li seranserî Kurdistanê kurdên misilmanin. Ji bo vê çareserîyê, bi navê omed û îslamîyetê berê xwe dide Eşîr û girogirên kurdan.
Bi pêşnîyara Serfermandarê Artêşa 4.mîn Mûşîr Zekî Paşa, biryar tê dayîn ku li herêmê alayên taybet ên ji endamên eşîran pêk tên werin damezrandin.
Dibêjin, bi girêdana eşîran bi dewletê ra, bi disîplînkirina wan, ewê yekser bersîva Ermenîyan bidin
Bikaranîna eşîrên li herêmê pêşî li girtina amadekarîya serhildanê û li dijî Îngilîstan, Rûsya û Îranê jî rê bê girtin.
Di sala 1890 da dest bi xebatê dikin û di sala 1891 da, li seranserî Kurdistanê, Alayên Hemîdîyê dadimezrînin.
Bi navê Alayên Hemîdîyê di nav eşîrên kurdan da cûda cûda, bi zêr û wek nîşana osmanî û bi madalya Mîralayî 65 serok eşîra didin wezîfedar kirin.
Padişahê Osmanî jî baş zanîbûne ku kurd ji bo dîn û çûyîna cinetê li dijî Rûs û Ermenîyan an jî Xirîstîyanan bi dil û can şerr dikin. Loma ji bo erk û dewleta xwe kurda wesîfedar dikin.
Hêjmara leşkerên ji 65 eşîran, 19 306 bi navê Alayên Hemîdiyê, 18 410 bi navên Alayên Siwarî, hemû 37 581 milîs bûne. Ew ne ji bo azadîya gelê xwe ji bo omed û dewleta osmanî şerr kirine.
Balyozê Rûsyayê yê serdemê, Î.A. Zinoviev di derbarê vê mijarê de wiha gotî ye:
“Dema ku serokên eşîrên kurdan pileya leşkerî distînin, ew wer dihesibînin wek ku mutleq xwedîyên Anatolyayê ne. Dû re ew bûn wek felaket, pêşî ji bo Rus û Ermenîyan, paşê jî ji bo misilmanan“
Hinek lêkolîner dibêjin, qesta wî ya misilmanan jî, ji bo kurdên misilman gotî ye.
Dîsa di dema şerrê Cîhanê yê yekem da, di navbera sala 1914 û 1915an da şerrê Sariqamişê di navbera Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Rûsyayê da pêk hatîye. Li Sariqamiş û derdora wê da, sed hezar leşkerên Osmanî ji serma û seqemê, ji birçîbûnê dimirin. Imparatorîya Osmanî têk diçe.
Wê demê serokê ordîya Osmanî Enwer Paşa ye. Dema qirkirina leşkeran da ji wî ra dibêjin leşkerê me qir bûn. Artêşa me têk çû.
Enwer Paşa jî wan ra gotî ye, „Ger em ji derve li şerê Sariqamişê binêrin, xuya ye ku em têk çûne. Lê bi rastî em serketî ne. Ji ber ku me cenazeyên bi deh hezaran ciwanên Kurd li ser rêyên ku ji daristanên Sariqamişê heta Erziromê dirêj dibin hiştin.“
Mixabin, mînakên wiha dîrokî pirin. Kurdan hêjî ji dîroka xwe ders negirtine.
Gelo tu kesî di dîroka cîhanê da dîtîye ku miletek bindest, ji nûva kujerê xwe bike xwedî dewlet. An jî doza demokrasîyê bikin û degirkerên xwe bikin demokrat?
Dema mirov dîroka kolonyalîstan dişopîne, rastî wezîyetekî wer nayê.
Li Iraqê di sala 2003 û 2014’an da du caran dewletê statûya xwe winda kir. Artêşâ Iraqê û sazîyên dewletê tar û mar bûn. Iraq ji hev belav bû. Lê kurda ji wê rewşa xirab ji bo dewletbûnê tiştek nekirin. An jî çima nexwastin wê rewşa xirab da bi wê firsendên bêhempada dewletek serbixwe avanekirin. Lê çima di şûna serxwebûnê da, gotin yekparçetîya Iraqê. Çima bi destê kurda, Iraq ji nû ve hat avadankirin. Ji wan firsenda şûnda, di nav van salan da, heta îro jî, kurd bi deh salane mehkûmî krîza bûdceya Iraqê man.
Anha jî li Sûryê, kurd hema di rewşa Iraqê ya di wan salanda ne. Kurdên Sûryê jî behsa serxwebûnê nakin. Ji bo yekparçebûna Sûriyê û ji gotina kurdî û heta ji federasyonê jî dûr dikevin. Ew eşkere hêvî dikin ku Sûrye ji nûve bibe xwedî sazîyên erkên dewletê û bibe xwedî artêşek bihêz.
Bi rastî ev ne siyasete, bila Sûryê, Iraq û dewletên din, bê şik û guman bi ser nekevên.
Welatê me parçe parçe bûye, em hê jî dibêjin yekitîya dagirkeran!
01.03.2025