
Sirac Oguz
Li çar parçê Kurdistanê bi sed salane miletê kurd bindest û bê xwedî ye. Bi dehan caran gelê kurd rûbirû komkujîyan bû. Di serhildanên kurdan da bi hezaran şerwan û sivîl hatin kuştin. Ji ber parastina nasname, ziman û çanda xwe di kolanan da bi hezaran cîvanên kurdan hatin kuştin. Dîroka miletê kurd bûye warê komkujîyê. Loma aştî û peyva aşitîyê ji bo miletê kurd wateya wî pir girînge.
Kurd jî dixwazin wek her milet û dewletên cîhanê di nav aramî û aşitîyê da li ser axa xwe bijîn.
Piranîya welatên ku şer lê hene, bê nebê ew zêdetir aştîxwazin û doza aştîyê dikin. Îro li rojhilata navîn berî her milet û herkesî aştî ji bo kurdan pir pêwîst e. Ji bo kurdan aştî gelek girîng û xwedî naverokek bi taybet e. Ji ber ku kurd hê xwedî dewletek azad û li ser erdê xwe ne xwedî serwerîya netewî ne.
Ez bi xwe mirovek aştîxwaz im û dixwazim miletê kurd di nav aşitî û aramîyê da li ser axa bav û kalên xwe bijîn. Ez wer bawer dikim ku piranîyan kurdan jî wek min difikirin. Loma min jî wek kurdek aştîxwaz di nav komeleya mafên mirovanda cîh girt û xebitîm.
Di sala 1993da li bajarê Erzirumê dema komela mafên mirovan (IHD)e hat damezrandin ez wek sekreterê komelê hatim hilbijartin. Wê demê jî li seranserî Kurdistanê kiryarên nedîyar (faili mechul) zêde bûn. Lê ez li dijî wê şerê qirêj û li dijî şerê çekdarîyê bûm. Ji ber ku bi salan bi deh hezaran keç û xortên kurdan hatin kuştin, lê ji bo mafê kurda tiştek bi ser neketi bû, lê şer zerar û malxirabîyek mezin dida milet û erdnîgarîya Kurdistanê.
Di sala 1992 da PSKe û hinek partîyên bi navê kurdan jî dixwestin şerê çekdarîyê bikin. Dema PSKê qerara şerê çekdarîyê girt, ez li dijî wê qerarê jî derketim.
Piştî şerê PKKê zerara dabû miletê kurd li ber çavan bû. Bi destê dewletê bi hezaran gund hatibûn valakirin. Dewletê bi mîlyonan kurd ji welat sirgûn kir û berê wan da metropolên Tirkîyê, li metropolan da kurd bêçare û perîşan man.
Şerê çekdarîyê ji bo parastina milet li ser axa xwe bijî tê kirin. Heger ku nikaribî miletê xwe biparêzî, wê demê tu wateyek wê şerê çekdarîyê jî tune ye.
Loma îro bi yekalîbe jî li Tirkîyê çek berdana PKKê ji bo miletê kurd, bi dîtina min qerarek baş û di cîyê xweda ye. Bi vê şerê çekdarîya ku 50 sale didome, xêncî zerarê tu tistek nedaye miletê kurd. Heger bi vê şiklî dewam bike jî, tu xêra wê ji bo serkeftîyên miletê kurd tu car nabe.
Gelek alîyên sîyasî û civakî di van rojan da daxûyanîya radigihînin û behsa girîngîya aşitîyê dikin. Aşîtî gelek hêjaye û gotinek pîroz e, lê îro hinek pirsgirêkên girîng li tirkîyê hene.
Gerek ew pirsgirê ku bûyerên dîrokî jî qet neyên ji bîrkirin û li ber çava bên girtin. Lê mixabin Kurd di rastîya jîyana xwe da jî ji vê yekê dûrin.
Anha destkeftîyên kurdan yên herî mezin başûrê Kurdistanê ye. Kurdan bi referandumê gavek ber bi serxwebûnê avêtin û hewldanek dîrokî kirin ku bi rêyek aşîtîyane serxwebûnê destva bînin û welatên xwe da bi azadî bijîn. Lê herkesî dît ku bûn armanca êrîşên dewletên herêmê û Iraqê.
Li Bakurê Kurdistanê dema behsa aşîtîyê tê kirin, şer tê bîra mirov. Divê aliyên sîyasî li bakurê Kurdistanê dema behsa aşîtîyê dikin, pêwist e naveroka wê aşîtîyê jî zelal bikin. Aşîtîyek çewa?
Eger di welatekî da normên demokrasîyê neyên cîh bi cîh kirin, ewê aşîtî çewa pêk werê?
Ji ber ku heta kurd li bakurê Kurdistanê negîhêjin hinek mafên xwe yên rewa, ku ew jî mafên netewîne, tu cara ne demokrasî, ne jî aşîtî pêk tê.
20.03.2025