
Sirac Oğuz
Di destpêka komara Tirkîyê da, ewên pêşengtîya komarê kirine angorî yek milet, yek dewlet, yek al û yek ziman komar damezrandine.
Tirkîye sedsal e bi îdeolojîya kemalîzm û bi qanûnên komara kemalîst bi bi qanûnên dîktatorî sewq û îdare dibe. Her tişt ji bo yek miletî kirine, ew jî miletê Tirk e. Wekî din hem û milet û ol hatine qedexekirin û înkarkirin.
Ji bo mafê miletê Kurd hê jî asîmîlasyon dewam dike. Qanûnên îdeolojîya kemalîst li ser serê milet wek şûrê dualî tên bikaranîn. Ji ber ku sedsal e sîyasetmadarên Tirkî yê ji bo berjewendîyên xwe û ji bo desthilatdarîyê dest neavêtine wan qanûnên nîjadperest û ew neguherandine.
Loma li Tirkîyê ji bo berdewamîya îdeolojîya kemalîst di deh salan da carek derbeyên leşkerî tên kirin û heta serokwezîr Adnan Menderes û du wezirên hevalên hatin dardakirin.
Ji bo demokratîzerkirina Tirkîyê gavên bi cesaret û sîyasetmedarên cesûr lazim in.
Berî wê jî ji bo guherandinê makezonek nû û perwerdeyîya bi kurdî bê kirin. Wek welatên Ewropayê mafên mirovan û yasayên demokratîk bi bawerîya demokrasîyê û bi hebûn û bi beşdarîya miletê kurd bi kîjan navî dibe bila bibe bê avakirin.
Ji bo vê yekê du faktorên bingehîn hene ku ew sazîyên sîyasî pêk tînin.
Yek daxwaz û berjewendîyên civakî bînin asta dewletê.
Ya din jî pergala biryargirtinê ye ku van danûstendinên civakî pêk tîne û diguherîne.
Ya ku pêvajoyan dişopîne pîvana vî ya sîyasî ye.
Îradeya sîyasî dikare tiştên di nav civakê da pirsgirêkên hene çareser bike. Êw jî îrade û xwestina bi însanî û sîyasî pêk tê.
Şansolyeyê Almanyayê yê Konrad Adenauer ku piştî rejîma Hîtler hatîye hilbijartin wiha gotî ye: “Ez hêvî dikim ku, Îsa careke din jî were, emê ew qas gêj, aqilsivik û tolaz nebin ku hemû desthilatîyê bidin yek kesekî.”
Li Tirkîyê sedsal e, nav û pûtên atatürk hê wek pîroz û bêdestûr û têkilnebûyîn e.
Roja sîstema kemalîst hatîye avakirin, heta roja îro demokrasî nehatîye Tirkîyê. Dem dem bi destê hinek serokwezîran bi navê demikrasîyê gavên piçûk hatine avêtin.
Îro hinek sazîyên sivîl û sîyasetmedarên kurd û tirkan dibêjin demokrasî ji dest diçe! Gelo li Tirkîyê demokrasî hebû ku îro jî ji dest tere.
Ya rastî sazî û çepgirên tirka sedsal e qanûnên kemalîzmê û îdeolojîya wî demokrat dibînin. Heta dem dem ji bo guherandina yasayên kemalîst, îqtidarâ bi kêmasîyên wan rexne dikin, debêjin hûn ne demokratin û ji demokrasîyê jî dûr dikevin. Wek meşa îro ya Yekitîya Barôyên Tirkîyê xwedî li yasayên kemalîst derdikevin û wan diparêzin.
Sankî rejîma kemalîst pir demokrat bûye û welat jî bi demokrasîyê hatîyê birêvebirin. Ewên dijî wê derdikevin jî ne demokratin.
Desthilatdarîya îro dixwaze makezagonek nû ava bike. Heger ji nû va hemû yasa neyên guherandin jî, qet nebe dîsa ji yasayên sedsal e hene, ji wan daha baştir dibe. Loma gerek ji bo van sedeman sazîyên kurda û mirov ji bo makezagonek nû bibe alîkar.
Ew sazî û sîyasetmedarên li dijî hikûmeta îro jî bi van slogana xwe û milet dixapînin û alîkarîya sîstema kemalîst dikin.
Dibêjin, pollîs, leşker, darazî, dadmendî, zagonên AKPyê ne. Lêbelê ew ne sazîyên AKPê û partîyan sedsal e sazîyên dewlet û rejîma kemalîst in.
Bi van gotinên berovajî, hewl didin ku dewleta Tirk sûcdar nebe û rejîma kemalîst paqij bimîne.
Ev gotarên bi çepên tirkanra ket nava edebiyat û tevgera siyasî ya kurd, di rastîya xwe da hewldaneke ji bo beratkirina dewleta Tirk û zilma li kurdan bûye, bidin bîra kirin.
Dewlet sazûmanîyeke bi rêk û pêk e û bi esasê berdewamîyê tevdigere. Her çiqas dem derbas bibe jî, aqlê ku komkujîya Zîlanê û komkujîya Roboskîyê pêk anîye yek in. Tenê bijîjk cuda ne!
05.04.2025